Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daryos Derwîş: Xwepêşandanên Îranê Bandoreke Ne Rastexwe Li Rewşa Sûriyê Dikin


Xwepêşandanên dijberî hikûmeta Îranê ji 28ê meha bûrî ve berdewam dibin, ku bi çavekî huşyarî ji aliyê hêzên navnetewî tên şopandin, û bi taybetî jî welatên Herîmî ku rola Îranê di wan de mezin e, mîna Sûriyê û Îraqê.

Di derbarî van xwepêşandanan de û bandora wan li ser rewşa Sûriyê, Îraq û herêmê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevan Daryos Derwîş re kir.

Birêz Daryos nerînên xwe di derbarî van xwepêşandanan de anî ziman û got, ku hêviyên mezin li ser wan nehatine girêdan , ku ew sîstema desthilatê li Îranê biguherînin, lê ew gaveke erînîye bû û bikêmî desthilata siyasî ya hundir lerizand.

Her wiha jî bendora van xwepêşandanan li ser rewşa Sûriyê û Îraqê, birêz Daryos dibêje:" Bandora wan wê ne rastexwe bin, lê wê bihêle Îran bi xwe bibile û destê xwe hinekî ji van welatan vekişîne."

Hevpeyvîna Daryos Derwîs-1-6-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00

XS
SM
MD
LG