Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Êrîşkirina Armancên Wê li Sûriyê Dê Rastî Bersiveke Lezgîn Bê


Berdevkekî ewlekariya Îranê roja Şemiyê got ku êrîşên li ser baregehên girêdayî Îranê li Sûriyê dê bersiveke bilez wergirin, piştî mirina 19 kesan di yek ji kujertirîn rûbirûbûnên di navbera Amerîka û hêzên ser bi Îranê ve di salên dawî de.

Ajansa nûçeyan a nîv-fermî Nournews ji ser zarê berdevkê Dezgeha Bilind a Ewlehiya Îranê Keyvan Xosrewî ragihand ku: "Her behaneyek ji bo êrîşkirina ser baregehên ku li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê ji bo rûbirûbûna terorîstan û pêkhateyên DAIŞê li vî welatî hatine çêkirin, dê bi bersiveke bilez were bersivandin."

Îran dibêje, hêzên wê û çekdarên hevpeyman li ser daxwaza Şamê li Sûriyê ne û hêzên Amerîkî wek dagîrker dibîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG