Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ewê Danûstandinên bi Îranê re Êdî bi Telefonê Bikin

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Serok Donald Trump li ser danûstandinên bi Îranê re helwesteke tund nîşan da û dibêje "danûstandinên pêşerojê dê bi rêya telefonê bin, ne bi rêya geştên dûr û dirêj."

Serok Trump herwiha got ku "Ew nikarin çekên navokî bistînin. Wekî din ti sedemek ji bo hevdîtinê tune ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê tekez kir û got "şerê bi Îranê re dê di demek nêzîk de bi dawî bibe û Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê dê bi ser bikeve."

Di hevpeyvînekê de ligel Fox News, Trump hêvî kir ku Îran bi şêweke "Jîr tevbigere," wî herwiha got ku her wextekê Îran bixwaze dikare têkilî bi me re deyne," wî zêde kir û got "Binêrin me çi anî serê Venzeulayê, û mêze bikin me çi bi Îranê kiriye... ew wêran e."

Trump piştrast kir ku Washington dê wekî beşek ji danûstandinan "toza navokî" ya Îranê werbigire. Wî her wiha destnîşan kir û got "hin ji wan kesên ku em niha li ser Îranê bi wan re di têkiliyan de ne, ew pir maqûl in, û hin ji wan ne jî ne hêja û maqûl in."

This item is part of
XS
SM
MD
LG