Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amîrabdulahîyan îro Duşemê got ku hem Îran hem jî Îsraîl bawer nakin ku jibo herêmê çareserî du dewlet in.
Amîrabdulahîyan li forumeke navnetewî ya li Doha got ku tekane tiştê ku Îran û Îsraîl ser hevbîr in ev nêrîn e.
Wî dîyar kir ku jibo siberoja Filîstînîyan divê referandumek çêbe û divê tenê nevîyên wan kesan ku berî 1948’an li herêmê bûne, dengên xwe bidin.
Jimareke mezin ya dewletên cîhanê dibêjin ku divê xêncî Îsraîlê li herêmê dewleteke Filîstînîyan jî hebe.
Şerê Îsraîl û Filîstînîyan piştî Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş bir ser başûrê Îsraîlê jinûve gur bû.
Îsraîl dide zanîn ku îro Duşemê ragihand ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşan de 18,205 kes kuştine û nêzî 50 hezar kes jî birîndar kirine.
Jêder: Reuters, AFP