Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dê Tomarên Firoka Hatî Xistin Bişîne Okranya


Berpirsekî Îranê îro Şemiyê got Îran dê tomarên sandiqa reş a firoka Okranî ya ku hefteya borî hatibû xistin, ji bo vekolînên bêhtir bişîne Okranya.

Serokê vekolînên rûdanan di beşê melevaniya sivîl de, Hassan Rezaeifer got xwendina sandiqên reş li Îranê ne pêkane bû.

Wî got dê şarezayên Frensa, Amerîka û Canada li Kiyêv a paytexta Okranya alîkariyê di vê derbarê de bikin .

Rezaeifer got eger ev yek jî kar neke, ew dê bên şandin bo Frensa.

Ajnasa nîv fermî ya Îranê Tasnîm axaftinên wî ragihandin.

Firoka ku Nobedarên Şoreşgerî yên Îranê ew xistibû û di encamê de 176 kes hatin kuştin, ew ji cûreyê Boeing 737-800 bû, ku dîzayn û çêkirina Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG