Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemanterekî Îranê: Îran Dê Vekolerên NY Ji Îran Derxe Eger Ceza Neyên Rakirin


Parlemanterekî Îranî îro şemîyê got ku Îran dê vekolerên Neteweyên Yekgirtî ji Îranê derxe, eger cezayên dijî Îranê heta roja 21 meha Şubaê neyên rakirin.

Parlemana Îranê meha Mijdara borî yasayek îmze kir ku hikûmetê neçar dike vekolînên bingehên navokî ku ji alîyê Ajansa Atomî ya Wizeyê ya Navnetewî ve dibin, rawestîne û pîtandina Uraniumê ji sînorê rêkeftina navokê ya sala 2015an derbas bike, eger cezayên dijî Îranê sist nebin.

Civata Parastina Destûrê ya Îranê, di meha Kanûnê de yasa erê kir û hikûmetê got ew dê wê cîbicî bike.

Parlemanter Ehmed Emîrabadî Farahanî got:

“Li gor yasayê, eger Amerîka cezayên darayî, cezayên li ser bankan û yên niftê, berê roja 21ê meha Şubatê raneke, em dê bê guman vekolerên NY ji Îranê derxin û cîbicîkirina xwebexş a protokola pêçek a rêkeftinê bi dawî bînin.”

Îranê roja Duşemê gotibû ku wê dest bi pîtandina Uraniumê bi rêjeya 20% kiriye li bingeheka xwe ya navokî ya binerdê.

XS
SM
MD
LG