Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Girjiyên Amerîka û Îranê Ser Kurdên Sûriyê


Bilindbûna girjiyan di navbera Îranê û Amerîka de metirsiya şerekî li herêmê derxistiye pêş ku wê li tevahiya Rojhilata Navîn belav be û di nav de jî Kurd, gelek welat û alî tevlê bibin.

Kurdên Sûriyê, ku berê di nav şerekî demdirêj de ne, dê bi rengekî ji rengan tevlî vî şerê pêşbîn jî bibin.

Tevlêbûna Kurdan wê çawa be û wê şerekî wiha çi giraniyê bide ser wan?

Di hevalbendî û alîgiriyên şerekî wiha de divê Kurdên Sûriyê li kîjan alî bin?

Di vê qonaxê de, jibo parastina berjewendiyên xwe, çi ji Kurdan tê xwestin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Kawa Azîzî, mamosteyê zanîngehê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Fransa dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Hest û Helwest 24_5_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:17 0:00

XS
SM
MD
LG