Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê Bi Amerîkayê Re Peyam Parve Kirine


Wezîrê derve yê Îranê Huseyn Emîrabdollahiyan
Wezîrê derve yê Îranê Huseyn Emîrabdollahiyan

Wezîrê derve yê Îranê roja Şemiyê got, Îranê û Amerîkayê li dirêjahiya şerê çar mehî yê Îsraîlê li dijî Hamasê li Gazayê, peyam gihandine hev, di nav de jî derbarê koma çekdar a Lubnanî Hizbullahê.

Huseyn Emîrabdollahiyan di konferanseke rojnamevanî de ku di çarçoveya serdana xwe ya rojekê bo Beyrûtê de, bi rêya wergêrekî got: "Di dema vî şerî de û di hefteyên dawî de, di navbera Îran û Amerîkayê de danûstandin çêbûn."

Wî got ku Amerîka daxwaz ji Tehranê kiriye ku daxwazê ji Hizbullahê bike "ku bi berfirehî û tam tevlî şerê dijî Îsraîlê nebe".

Hizbullah hema hema rojane artêşa Îsraîlî li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê gulebaran dike, ji bo piştgirîya hevalbenda xwe ya Fîlîstînî Hamasê, û soz daye ku "heta dawiyê şer bike" eger Îsraîl şerekî tam bibe ser Lubnanê.

Îsraîl şerek da destpêkirin ku ew dibêje armanca wî tunekirina Hamasê ye, piştî ku grûpa Îslamî êrîşeke kujêr li başûrê Îsraîlê, di 7ê Cotmehê de pêk anî.

Pevçûn li herêmê belav bûye û di destpêka vê mehê de Washingtonê êrîş li dijî komên ser bi Îranê ve li Îraq, Sûriyê û Yemenê pêk anîbûn, wek tolhildana êrîşeke kujer li ser leşkerên Amerîkî li Urdunê.

Emîrabdollahian roja Şemiyê hişyarî da Îsraîl li hember avêtina her gavekî ber bi şerekî berfirehtir li dijî Lubnanê, û got ku ew dê bibe "roja dawî ya serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu".

Wî her wiha got, Îran çareseriya siyasî weke riya tekane ji bo bidawîkirina şerê Gazayê dibîne.

Emîrabdollahian di konfêranseke rojnamevanî de li gel hevtayê xwe yê Lubnanî Abdallah Bou Hebîb, got, "Îran û Lubnan piştrast dikin ku şer ne çareserî ye, û me qet nexwest wî berfirehtir bikin."

Wî her wiha got ku Tehran bi Erebistana Siûdî re li ser çareseriyeke siyasî ji bo dijminatiya li Gazayê gotûbêjan dike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG