Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Testkirina Mûşekan ji bo Berevaniyê ye


Îranê îro Şemiyê got testkirina mûşekan ew beşeke ji pêwîstiyên berevaniyê û ne li dijî tu welatan in.

Ev axaftin hat piştî Waşintonê gotibû ku Tehranê mûşekên pileya navendî test kirine.

Berevaniya Amerîka gotibû ku Îranê roja Çarşemê mûşekên balistî avêtin û ew 1,000 km çûn û gotibû ku vê yekê çi gef neda ser gemî û kesayetiyên Amerîkî li herêmê.

Ajansên nûçeyan ên Îranê ji ser zimanê çavkaniyeke hêzên çekdar ragihand ku dibêje testa mûşkan ew pêwîstiyeke berevaniyê ye û armanc jê tenê ew e bersivdana her êrîşeke pêşbîn.

Raportan got ku Îranê pêwîstî bi erêkirina tu hêzan li cîhanê nîne ji bo berevaniya xwe.

XS
SM
MD
LG