Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Ger Biden Garantîyan Nede, Gotûbêjên Navokî Wê Têk Biçin


Navenda Buşehr ya navokî li Îranê. Wêne ji arşîvê ye.
Navenda Buşehr ya navokî li Îranê. Wêne ji arşîvê ye.

Serokê Civata Bilind ya Ewlekarîya Netewî ya Îranê, Alî Şamxanî îro Çarşemê reşbînîya xwe ya ser rêketina navokî dîyar kir.

"Gotûbêjên derbarê vejandina rêketina navokî ya sala 2015an ligel hêzên cîhanê dê têk biçin, ger Serokê Amerîkî Joe Biden misoger neke ku Washington careke din ji peymanê dernakeve," Şamxanî got.

Wî li ser hesabê xwe yê Twitter’ê got ku “Serokê Amerîkî bê desthilat ne amade ye ku garantîyan bide. Eger ev rewşa wisa dom bike, êdî encamên gotûbêjan zelal in.”

Tê çaverê kirin ku Îran vê hefteyê demekê destnîşan bike jibo nûvedestpêkirina gotûbêjên ligel hêzên cîhanê, ku li gor gotûbêjkarê navokî yê Îranê Alî Baqerî-Kanî, biryar e dawîya Mijdarê pêk werin.

Li Nîsana borî, Îran û şeş hêzên cîhanê li bajarê Viyenayê danûstandinên jibo vegerîna rêketina navokî destpê kiribû. Berî sê salan, serokê Amerîkî yê berê Donald Trump ji wê rêketinê derketibû berî ku dîsan toleyan deyîne ser hikûmeta Îranî/

Li meha Hezîranê, ew gotûbêj bi hilbijartina Ebrahîm Reîsî bo serokatîya Îranê hatin rawestandin. Reîsî wekî siyasetvanekî tundrê yê dijî welatên Rojava tê nasîn.

Cudahîya serekî li Viyena ew e ku Îran dixwaze Amerîka garantîyan bide ku ewê di siberojê de ji rêketina navokî venekişe.

Amerîka û welatên Ewrupayî bang li Îranê dikin ku vegere gotûbêjan û hişyarî didin ku dem derbaz dibe li vê dema ku programa tîrkirina uranyumê ya Komara Îslamî sînorê ku rêketina navokî danîbû derbaz dike.

Wekî bersiv bo ferzkirina toleyan ji alîyê Trump ve, Tehranê rêketina navokî binpê kiribû bi rîya jinûve avakirina deverên komkirina uranyuma tîrkirî û danîna fîlterên ku prosesa berhemdanê zêde dike.

XS
SM
MD
LG