Serokê Îranê Hesen Rûhanî dibêje dê welatê wî pêwendiyên xwe yên abûrî li gel cîhanê berdewam ke, tevî cezayên bêhtir ên Amerîka.
Di axaftinekê de, piştî kombûna li gel serkirdeyên hikûmetê, Rûhanî îro Şemiyê got:
“Em pir bi hêvî ne ku pêwendiyên me yên abûrî li gel cîhanê dê wek berê bimînin.”
Tilfizyona dewletê axaftina Rûhanî bi awakî zindî weşand.
Rûhanî dibêje ji dema sepandina cezayan ve Amerîka bêhtir veqetî maye û cezayên wê welatiyên normal ên Îranê dike armanc.
Wî got rêveberiya wî dê pêwîstiyên bingehîn ên xelkê Îranê ji wan re dabîn bike.