Têhranê roja Şemîyê bi tundî êrîşên esmanî yên Amerîka li Îraq û Sûrîyê şermezar kirin û ew wek "şaşiyeke stratejîk" bi nav kirin, bê ku ti zaneyariyan bide ka Îranî di nav kuştiyan de hebûn yan na.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyekê de got ku êrîşa şeva borî ya li ser Sûriyê û Îraqê, kiryareke şaştiya stratejîk a hikûmeta Amerîkî ye û got ku ew ji bilî tundkirina alozî û nearamiyê li navçeyê, ti encamek din nade.
Wî amaje bi hevalbenda Amerîka Îsraîlê kir û got ku ev êrîşên leşkerî yên Amerîka li ser Îraq, Sûriyê û Yemenê tenê armancên “Rejîma Sihyonîst” pêk tînin.
Kananî her wiha got ku êrîşên Amerîkî binpêkirina serwerî û yekbûna axa Îraq û Sûriyê ye, û bi wan ew yasayên navdewletî yên peymana Neteweyên Yekbûyî binpê dike.
Amerîka roja Înê de dest bi êrîşên asmanî li dijî çekdarên hevalbendên Îranî li Îraq û Sûrîyê kir.
Serokê Amerîka Joe Biden soz da ku wê êrîş bêhtir werin kirin, wek tolhildana kuştina sê leşkerên Amerîkî li Urdunê.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeh li Londonê ye got herî kêm 18 çekdarên alîgirên Îranê li Sûriyê hatine kuştin.
Li Îraqê jî hikûmetê got ku êrîşan 16 kes kuştine, û di nav wan de sivîl jî hene.
Artêşa Amerîkî her wiha êrîşên asmanî li dijî serhildayên Husî yên Yemenê ku Îran piştgirtiya wan dike pêk anîne.
Çavkanî: AFP