Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf: Şandina Hêzên Amerîka bo Herêmê Metirsî ye li Aştiya Cîhanê


Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Jewad Zarîf

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Jewad Zarîf îro Şemiyê got biryara Amerîka ya şandina hêzan bo herêma Rojhilata Navîn ew metirsiyeke tund li ser aştiyê disepîne.

Amerîka doh got ewê 1,500 serbaz bişîne herêmê ji bo bihêzkirina eniyên berevaniyê dijî Îranê û wê Nobedarên Şoreşgerî yên Îranê bi êrîşên vê mehê yên li Erebistana Saudî tawanbar kirin.

Zarîf ji Ajansa nûçeyan a dewletê IRNA re got:

“Amerîkî idîayên wiha dikin ji bo siyasetên xwe yên dijminahî rewa bikin û girjiyan li kendava Farisî bilind bikin.”

Wî her wiha got:

“Zêdekirina hebûn Amerîka li herêma me, ew bi tundî metirsîdar e û gefê dide ser aştî û ewlekariya cîhanî.”

XS
SM
MD
LG