Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Rûhanî: Tehran bi Hûrbînî Çavdêriya Amerîka Dike Lê Destpêşxeriya Şer Nake


Serokê Îranê Hesen Rûhanî dibêje Tehran ji nêzîk ve çavdêriya çalakiyên Amerîka dike, lê qet destpêşxeriya girjî û aloziyan nake.

Dezgehên ragihandina Îranê dibêjin Rûhanî ev axaftin roja Şemiyê kir, di çarçoweya pêwendiyeke telefonî de li gel mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed el-Sanî.

Ev axaftin dibe di demekê de ku aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de bilind bûne.

Di pêwendiya telefonî de, ku Rûhanî bi boneya destpêkirina meha Remezanê kiribû, wî gotiye “komara îslamî ya Îranê bi hûrbînî çavdêriya çalakiyên Amerîka dike, lê ew şer û nakokiyan li herêmê dest pê nake.”

Serok Trump roja Çarşemê ragihandibû ku wî ferman daye hêzên deryayî ku hemî gemiyên şer ên Îranê têk bibin, eger êrîşî gemiyên Amerîka kirin.

Serê vê mehê, leşkerên Amerîka ragihan ku 11 gemiyên şer ê Îranê nêzîkî gemiyên hêzên deryayî yên Amerîka bûne û wan ev yek wek gaveke metirsîdar bi nav kir.

XS
SM
MD
LG