Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyê Nobedarên Îranî Huşdariyê Dide Amerîka Dijî Sepandina Çi Cezayên Nû


Mihemed Elî Jafarî
Mihemed Elî Jafarî

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, ji ser zimanê serkirdeyê Nobedarên Şoreşgerî radighîne ku pêwîste Amerîka bingehên xwe yên leşkerî bêhtir dûrî sînorên Îranê bibe eger cezayên nû bisepîne ser Tehranê.

Raporta îro Yekşemê ji ser zimanê General Mihemed Elî Jafarî ragihand ku dibêje:” eger cezayên nû derbasî warê cîbecêkirinê bin, divê ew welat(Amerîka) bingehên xwe yên herêmî 2000 kîlometir dûr xe ku moşekên Îranê negihin wan.”

Niha, bingehên Amerîkî li welatên derdora Îranê tenê 500 kîlometir dûrî sînorên Îranê ne.

Jafarî her wiha got Amerîka Nobedarên Şoreşgerî wek gurûpeka terorîst dide nasîn, Nobedar jî dê her wiha artêşa Amerîkî wek gurûpeka terorîst bide ber çavan.

Nobedarên Çoreşgerî niha şerê gurûpa Dewleta Îslamî dike li Îraq û Sûriyê.

XS
SM
MD
LG