Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Xamîneyî: Amerîka û Hevalbendên wê Di Pişt Xwepêşandanên Îranê de ne


Serkirdeyê bilind ê Îranê Amerîka û hevalbendên wê bi gurkirina xwepêşandanên Îranê tawanbar kirin.

Tilfizyona dewletê ji ser zimanê Ayetullah Elî Xamîneyî ragihand ku Amerîka koalisyonek çêkiriye li gel hin hêzên herêmî ku "nikare Îranê têk bibe."

Xamîneyî di nava wê "koalisytonê" de ti welat binav nekirin lê idîaa kir ku ew fişara abûrî dide ser Îranê da” welêt ji sîstemê cuda bike.”

Ew dibêje:

“Eger Amerîka karîba zorê bide ser sîstema Îslamî, wê pêwîstî bi durustkirina koalisyonekê li gel welatên xerab ên herêmê nebû ji bo gurkirina tevlihevî û neewlehiyê li Îranê.”

Hefteya borî, hin girteyên vîdyo li ser internet nîşan dan çawa polîs gaza rondikrêj davêje xwepêşanderên ku ji ber rewşa abûrî ya têkçûyî derketibûn xwepêşandanan.

XS
SM
MD
LG