Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Encama Hilbijartina Amerîkî Ne Girînge Ji Bo Me


Iranian President Hassan Rouhani speaks during a meeting in Tehran, as the spread of coronavirus disease (COVID-19) continues, April 5, 2020. (Official Presidential website)
Iranian President Hassan Rouhani speaks during a meeting in Tehran, as the spread of coronavirus disease (COVID-19) continues, April 5, 2020. (Official Presidential website)

Serokê Îranê, Hêsên Rûhanî îro roja Çarşêmê got encama hilbijartina Amerîka ne giring e ji bo wan le divê ku Serokê nû rêz ji peyman û yasêyên navnetewî bigire.

Rûhanî di civîna hîkûmetê de ku ser televîzyonê hat weşandin got; “Ji bo Tehran, polîtîkayên revêbêrîya pêş ya Amerîka û serok ne giring e”.

Berbijarê partîya Demokrat Joe Biden sozê dabû ku bi şeş hêzên cîhanî re tewlî peymana navokî ya 2015ane li gel Îranê bikin, ger Îran li gorî we peymanê hereket bike.

Serok Donald Trump di sala 2018an de ji we peymana vekişand û cezayên aborî danî ser Îranê ku ekonomîya we xerav kir. Wekî bersiv ji, Îran gav bi gav şopandina qeydeyên peymanê kêmtir kir û bicih neanî.

Rûhanî got; “Em dixwazin werin rêz girtin, nebin armancên cezayan (ji alîye Amerîka ve). Ji bo me ferk nake ku kê di hilbijartinê de serdikeve, ji bo me qeyde û polîtîkayan giring e”

Trump dixwaze li gel Îranê rekeftinekê nû çeke ku di nav de mijarên wekî bernameya mûşeka Îranê hebe û piştevanîya Îranê bo Sûrîye, Libnan, û Yemen ji hebe.

Îran dibeje heta ku Washington bi Îranê li hev neye, ew nexwaza gûftogoyan despê neke.

XS
SM
MD
LG