Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku di navbera Îran û Venezuela de îro Şemîyê peymaneke hevkarîyê ya bo 20 salan îmza kirine.
Di peymana hevkarîya her du welatan de, di warên petrol, petrokîmya, turîzm û çandê de hevkarî hatiye destnîşan kirin, televîzyonê got.
Li gor televîzyona Îranê merasîma îmzakirina peymanê li Qesra Saadabad ya li Bakurê Tehranê bi amadebûna Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevtayê wî yê Îranî Îbrahîm Reîsî hatiye darxistin.