Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas Araqchi Dibêje Divê Axaftinên Viennayê Li Benda Rêveberîya Nû ya Îranê Bimînin


Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Abbas Araqch
Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Abbas Araqch

Cîgirê wezîrê derve yê Îranê îro Şemiyê got ku pêwsît e guftûgoyên navokî yên Viennayê werin ragirtin heta ku rêveberîya nû ya welêt bi serokayetîya serokê nûhilbijartî Îbrahîn Raisî dest bi karê xwe dike.

Wî got.

“Em di qonaxeke veguhêz de ne, di demekê de ku veguhestineke demokratîk a desthilatê di rojevê de ye li paytexta me, divê axaftinên Viennayê li benda rêveberiya nû bimînin.”

Çavkaniyeke dîplomatîk roja Çarşemê gotibû ku Îran ne amade ye guftûgoyan berdewam bike berî ku Raisî dest bi karê xwe yê serokayetîyê bike.

Abbas Araqchi, her wiha li ser Twîter got pêwîste ku Amerîka û Brîtanya êdî girîdana veguhestina girtîyan bi rêkeftina navokî de reraswestînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG