Îranî îro Înê diçin ser sindoqên dengdanê da ku serokekî nû hilbijêrin, li şûna Îbrahîm Reîsî yê ku Gulana borî di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da.
Zêdetirî 61 mîlyon dengder wê îro ji nav çar berbijaran serokkomarekî hilbijêrin ku her çar jî dilsozên Rêberê Ruhanî yê Komara Îslamî Ayetollah Xameneyî ne.
Li seranserê Îranê tevî mizgeft, dibistan û avahîyên fermî yên din bi giştî 58,640 navendên dengdanê hene.
Hilbijartin di demeke de pêk tê ku alozîya herêmî jiber şerê Îsraîl û hevbendên Îranê Hamasê li Gazayê û Hizbullah li Lubnanê zêde dibe. Herwiha di demên dawî de givaştina welatên Rojava ser Îranê zêde bûye, jiber bernameya wê ya navokî.
Nayê çaverê kirin ku hilbijartin di siyasetên Komara Îslamî de guhertineke mezin çê bike, lê encamên wê pêkan e bandorê li desthilatdarîya Xameneyî bike, rêberê 85 salî ku ji sala 1989’an ve li ser kar e.
Xameneyî piştî dengê xwe da, bang li Îranîyan kir ku beşdarbûneke bilind nîşan bidin ku krîza rewabûna Komara Îslamî dernekeve holê. Ev yek jiber nerazîbûna bîragiştî ji aborîya nebaş û astengên azadîya siyasî û civakî ye.
Xameneyî piştî dayîna dengê xwe ji televîzyona dewletê re got: "Domdarî, hêz, rûmet û rêzdarîya Komara Îslamî girêdayê hebûna gel e. Beşdarbûna bilind pêwîstîyeke tekez e."
Rêjeya dengderan di çar salên borî de daketiye, jiber ku şênîya ku bi piranî ciwan e ji rewşa siyasî û civakî ne razî ne.
Li bende ye ku encamên destpêkê sibe Şemîyê werin eşkerekirin, berî ku yên dawî bi fermî roja Duşemê werin dîyar kirin.
Jibo ku berbijar di gera yekê de wek serokkomar were hilbijartin, divê herî kêm ji sedî 50+1 ji dengan bistîne.
Eger ti berbijar vê rêje bi dest nexîne, wê di 5'ê Tîrmehê de gera duyê ya hilbijartinan di navbera du berbijarên ku herî zêde deng bidest xistine were kirin.
Li Îranê serokomar jibo 4 salan kar dike û herî zêde du caran li pey hev dikare were hilbijartin.
Jêder: Reuters