Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê 44emîn salvegera şoreşa Îranê bi meşên rêkxistî yên dewletê bi rê ve bir, di demekê de ku hakerên dijî hikûmetê bo demeke kurt axaftineke televizyonî ya serokomar Îbrahîm Raîsî qut kir.
Raîsî, ku hukûmeta wî ya tundrew rastî yek ji mezintirîn kêşeyan dibe ku xwepêşanderên gencên welat daxwaza derxistina wî dikin, bang li “ciwanên hatine xapandin” kir ku tobe bikin da ku rêberê bilindê Îranê li wan bibûre.
Raîsî, ji girseyeke xelkê ku li Meydana Azadî ya berfireha Tehranê kom bûbûn re got: "wê demê ew dê gelê Îranê bi desên vekirî hembêz bike".
Axaftina wî ya zindî li ser televizyonê bi qasî deqeyekê li ser înternetê hate qutkirin û logoyek li ser ekranê komek hakerên dijî hukûmeta Îranê ku binavê "Edalat Elî” hat xuyakirin. Dengekî hawar dikir “Bimre Komara Îslamî”.
Piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di meha Îlona borî de bi destê polîsên exlaqî yên Îranê, xwepêşandan li seranserî Îranê belav bûn.
Hêzên ewlekarîya Îranê bi tepeserkirineke kujer bersiva xwepêşandanan dan, ku ev yek ji wan dijwartirîn kêşeyên li hember Komara Îslamî ye ji dema şoreşa 1979-an ya ku 2500 salên desthilata padîşahiyê hilweşandî .
Di çarçoveyê lêbûrînan de bi boneya salvegera şoreşê, desthilatdarên Îranê roja Înê zîndankirî Ferhad Meysamî ku di greva birçîbûnê de bû û akademîsta Îranî-Fransî Ferîba Adilxah serbest berdan.
Roja Yekşemê, rêberê bilind ê welêt Ayetullah Elî Xamineyî efûyek derxist ku hejmareke mezin ji girtiyan di nav wan de hin kesên ku di xwepêşandanên vê dawiyê yên dijî hikûmetê de hatibûn girtin azadkirin.
Koma mafên mirovan HRANA ragihand ku heta roja Înê 528 xwepêşander hatine kuştin ku 71 ji wan zarok in. Hat gotin ku 70 hêzên ewlehiyê yên hikûmetê jî hatine kuştin. Tê texmînkirin ku 19,763 xwepêşander hatine girtin.
Çavkanî: Reuters