Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahîyên Nû yên Ser Sêdarekirina Pehlewanê Îranî Navîd Afkarî


Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka ji çavkanîyekî pêbawer vergirtiye, berî darvekirina guleşkar (pehlewan)ê Îranî yê navdar Navîd Afkarî, malbata wî û ew bi xwe nehatine agahdar kirin.

Li gor wî çavkanîyê, ku kesêkî nezîkî malbata Afkarî ye, di hevpeyvina ligel Dengê Amerîka de dibêje ku malbata pehlîwan berê li ser darvekirina wî nehatiye agahdar kirin û wan nikarîye ku wî cara dawî bibînin.

Tê îddîa kirin ku Afkarî di sala 2018’an de di dema xwepeşandanên aştîyane de li diji xirabtirbûna ekonomîya Îranê, hezê ewlêkarîyê Hasan Torkaman kuştîye. Lê di peyameke dengî ya 201’8an de, ku ji girtigihê hatiyê girtin de dîyar dibe ku Afkarî di bin êşkencêyê de kuştina Torkaman îtîraf kiriye.

Li gor yaseyên Îranê, divê malbatên girtîyan 48 saet berê ya darvekirinê werin agahdar kirin.

Çavkanî dibêje ku parêzerên Afkarî roja Şemîyê biryar dabûn ku biçûna bajarê Şîrazê û serdana xizmên ew kesê ku te îdia kirin ku Sengerî kuştiye bikin ku wan qayil bikin ku Sengerî neye darve kirin û cezaye wî were guhertin.

Li gor qanûna Îranê ya qisasê, cezayê darvekirinê dikare were guhertin, lê malbata wî roja Şemîyê ji parêzerên wî re telefon kirine û gotine ku Sengerî hatiye sêdare kirin. Medya fermî ya Îranê ragihand ku Sengerî li girtîgeha Adel Abadî hatiye darve kirin, lê ne dîyar e ku ew bi çi awayî hatiye sêdare kirin.

Pehlewan Afkarî yê 27 salî li bajarê xwe ya Şîrazê pir navdar bûye jiber ku wî di kêbirkeyên netewî û navnetewî de pir xelat vergirtine.

Meheke berî darvekirina wî, li diji darvekirina Afkarî kempeyneke navnetewî hatibû lidarxistin ku Serokê Amerîka Donald Trump jî bi twîtekê pişgirî dabû wî.

Pisporên mafê mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyanîyekê darvekirina Afkarî şermezar kirin û gotin ku darvekirina pehlewan peyama gefe bo wan kesen e ku tev li alozîyên civatî dibin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî herwiha bang li Îranê kirin ku hemu darvekirina xwepêşenderên ku jibo mafê axaftinê û xwepeşandanên aştîyane tev li çalakîyan bûne, rawestînîn.

XS
SM
MD
LG