Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bi Xêrhatina Agirbesta Demkî Ya Yemenê Dike


Îranê îro Şemiyê bi xîrhatina agirbesta demkî ya li Yemenê kir ku bi navcîtiya Neteweyên Yekgirtî bûye, di navbera koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî û grûpa Hosiyan ya ku Îran piştgiriya wê dike de.

Tehranê her wiha banga çareseriyeke siyasî ji bo şerê heft salan yê wî welatî kir.

Medya dewleta Îranê ragihand ku, ”peyvdarê wezareta derve Saeed Khatibzadeh hêviya xwe derbirî ku ev gav bibe destpêka bingeheke agirbesteke mayinde bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Yemenê re.”

Îran û Erebistana Saudî, herdu hêzên mezin yên Sunne û Şîaa li herêmê, di rikeberiyeke tund de ne, lê wan sala borî dest bi axaftinên raseterast kir, di demekê de ku hêzên mezin yên cîhanê hewl didin rêkeftina navokî ya Îranê careke din vejînin.

Agirbesta demkî ya li Yemenê ku Netweyên Yekgirtî çavdêriya wê dike, roja Şemiyê dest pê dike.

XS
SM
MD
LG