Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tasnim: Di Encama Êrîşekê De Li Îranê Herî Kêm Çar Kes Têne Kuştin


Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Tasnim îro Yekşemê ragihand ku herî kêmî çar efserên polîsên kontrola rêkan di êrîşeke "terorîst" de li bajarê Zahedanê li başûrê rojhilatê Îranê, hatin kuştin. Ajansa Tasnim ragihand, ji bo girtina tawanbarên wê êrîşê, biryara dadweriyê hatiye derxistin.

Zahedan navenda parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ye ku bi piranî Sunnî ye.

Ew bi Pakistan û Afxanistanê re hevsînor e û yek ji parêzgehên herî mezin a nişetcihan yên Îranê ye û rêya sereke ya bazirganiya madeyên huşber e.

Ajansa Tasnim herwiha got: “Îro êrîşkeran kemîn danîn ser rêka polîsan û teqe li otomobîla wan kir.

Ne hatiye zanîn ka kê ew kiryar encam daye û armanca wan jî xuya nebûye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG