Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Banga Vegera Nav Rêkeftina Navokî Li Biden Dike


Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf
Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Wezîrê derve yê Îranê handerîya Waşintonê kir ku vegere nav rêkeftina navokî û nîşan bi wê yekê da ku pirojebiryareka parlemanê, hikûmetê neçar dike ku helwesta xwe ya navokî tundtir bike, eger Amerîka cezayên xwe berî roja 21ê Şibatê sist neke.

Mihemed Cewad Zerîf her wiha bal kişand ser hilbijartinên Îranê. Eger serokekî tundrê were hilbijartin, renge rêkeftin têk biçe.

Zerîf di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Hemşehrî îro Şemîyê got ku dema Amerîkîyan kêm e, ji ber pirojebiryara parlemanê û etmosfera hilbijartinan, ku dê piştî sersala Îranî bibin. Sersala Îranê roja 21ê Adarê ye.

Rêveberîya serokê Amerîka Joe Biden li hin rêyan digere, ji bo vegerandina rêkleftina navokî ya sala 2015an, ku serokê berê Donald Trump di sala 2018an de jê derket.

Biden dibêje eger Tehran vegere pêgirîyên tund ên rêkeftinê, wê demê dê Waşinton wê pêgirîyê wek dergeh bikar bîne ji bo vegera nav rîkeftineke berferehtir li gel Îranê.

Tehran rijd e ku berî her pêgirîyekê, Waşinton cezayan sisit bike.

XS
SM
MD
LG