Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran li Benda Hilbijartinê ye


6 berbijarên seroktîya Îranê, di roja dawî ya berî hilbijartinê de hewil didin ku dengên xwe zêde bikin.

Kempeyna hilbijartinê îro Çarşemê diqede û dengdêr jî dixwazin heta dawîya vê rojê biryara xwe bidin ku piştgirîya kê bikin.

Rêberê ruhanî yê Ayetullah Alî Xameneyî bang li Îranîyan dike ku bi hejmarên mezin pişikdarî hilbijartinê bikin.

Xameneyî got, "Beşdarbûna xurt ya netewa Îranê dê dilê dijminan nexweş bike û zext û giwaştinên ser Îranê jî kêmtir bike."

Jibo qezenckirina hilbijartinê, divê berbijarek 50 j isedê hemî dengan wergire. Ku ti kes nikare serketî be, hîngê gera dûyê di hefteya paş de tê kirin.
XS
SM
MD
LG