Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku Îranê îro Sêşemê gazî nûnerê Afganistanê yê Tehranê kiriye û bi rengekî fermî deshilatdarîya Talîban hişyar û şermezar kiriye.
"Berpirsê tekilîyên Afganistanê yê li Tehranê, bo şermezarkirina êrîşên roja Duşemê yên dijî balyozxaneya Îranê li Kabîlê û Konsulxaneya li Heratê li Afganistanê, hat gazî kirin," televîzyonê ragihand.
Îranê hevdem dîyar kir ku Tehranê tevahîya xizmetên konsulxaneyen li Afganistanê daye rawestandin.
Xwepêşandanên li Afganistanê , piştî ku di rojên dawî de, ser medya civakî hin dimên hatin weşandin, pêk hatin; yên ku tê nîşan dayîn ku li Îranê ciwanên penaber yên Afganî hêla Îraniyên asayî ve têne tacîz kirin û eciz kirin.
Karbidestên Îranî roja Duşemê red kirin ku li Îranê dijî penaberên Afganî tevgerên xirab hene.
Dîmenên li ser medyaya civakî -ji hêla Reuters ve nehatine piştrast kirin- nîşan didin ku komek piçûk ji xwepêşanderên Afganî duh Duşemê kevir diavêtin nûnertiyên dîplomatîk yên Îranê yên li paytext Kabul û li bajarê Herat yê Afganîstanê.
Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Talîban, ya ku li Afganistanê desthilatdar e, ji ewlehî û ewlekarîya dîplomatên Tehranê berpirsîyar e.
Wezaretê dîyar kir ku xizmetên konsulxaneyî yên li welatê cîran "heta biryareke din hatine rawestîndin", medyaya fermî ya Îranê ragihand.
Her çend di navbera revebirîya olî ya Îranê û Talîbanê de bi gelemperî têkilîyên baş hene jî,ser sînorên hevbeş yên 900 km yên her du welatan – ser rêyên qaçaxçîtiyê yên aktîf hene- demeke dirêje alozî hene.
Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê IRNA ji zarê Wezîrê Derve yê Îranê hefteya borî got ku zêdetirî pênc mîlyon Afganî, yên bi belge û bê belge, li Îranê dijîn.