Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îstixbarata Îranê Hebûna Sîxurê Îsraîlî Eşkere Kir


Wezîrê Îstixbaratê yê Îranê Mahmud Alevî ji kanala dewletê ragihand ku wezareta wî bi endamekî berê yê kabîneya welatekî dijmin re xebitîye.

Alevî navê welêt negot û nasnameya kesê/a bi wî/wê re dixebitin eşkere nekir. Lê, wî da zanîn ku beşa têkoşîna bi sîxurîyê ya wezareta îstixbaratê, di nav servîsên îstîxbaratê yên herî baş yên cîhanê de ye.

Pispor texmîn dikin ku zimanê Alevî, dijminê Îranê yê li herêmê, Îsraîlê destnîşan dike.

Îsraîlê, di meha Hezîranê de wezîrê berê yê enerjî Gonen Segev bi sîxurîyê tawanbar kiribû û ew girtibû.

Segev ji alîyê Îsraîlê ve bi alîkarîya bo dijmin û sîxurîya dijî Îsraîlê hatibû tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG