Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bang li Hemwelatîyên Xwe Dike ku Serdana Amerîka Nekin


Îranê bang li hemwelatîyên xwe kir ku ber bi Amerîka ve rêwîtîyê nekin.

Wezareta Derve ya Îranê ji malpera xwe ragihand ku Îranîyên li Amerîka ‘’bi awayekî kêfî têne girtin û di desteserkirinê de demên dirêj bi rewşên xirab yên dijî mirovahîyê re rû bi rû dimînin.’’

Di hişyarîya bo rêwîtîyê de bi taybetî ji ji pispor û payabilindan hat xwestin ku heta ne pêwîst be, bo konferansan hatibin dawetkirin jî neçin Amerîka.

Amerîka û Îranê roja Şemîyê hin girtîyên hevdu berdabûn.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf roja Duşemê ji Twitterê dîyar kiribû ku ew hazir in ku zêdetir girtîyan berdin û gotibû ku ‘’Niha dora gotinê ya Amerîka ye’’

Girjîya di navbera Amerîka û Îranê de herî dawî jiber ku karbidestên Amerîkî piştgirîya protestoyên li Îranê kiribûn jinûve gur bûbû.

XS
SM
MD
LG