Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bang li Civata Ewlekarî ya NY'ê Dike ku Daxwaza Amerîka ya Ser Toleyan Red Bike


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf
Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf bi nameyekê bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku dijî daxwaza Amerîka ya ser ragihandina toleyan derkeve.

Zarîf bi bîr xist ku Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re derketiye û da zanîn ku hewilên wê yên li ser NY’ê yên bo jinûve ragihandina toleyan ‘’ne rêwa ne.’’

‘’Ti mafê Amerîka tune ku toleyan jinûve bîne. Jiber vê ew hewildana Amerîka, divê ji alîyê Civata Ewlekarî û bîragiştî ya navneteweyî ve were red kirin.’’ Zarîf got.

Medya fermî ya Îranê ragihand ku Nûnerê Îranê yê li NY’ê Mecîd Revançî nameya Zarîf daye Serokê Civata Ewlekarî ya NY’ê Dian Triansyah Djani.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi agahdarkirine fermî ji Civata Ewlekarî ya NY’ê re dîyar kiribû ku Îranê peymana navokî ya sala 2015’an binpê kiriye û divê dijî wê toleyên yekîtîyê werin ragihandin.

Rêvebirîya Trump dide zanîn ku li gor xalên Civata Ewlekarî ew dikare dijî Îranê jinûve ragihandina toleyan bixwaze û li alîyê din, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa jî dibêjin jiber ku Amerîka ji peymana navokî vekişîye nikare tiştekî wisa bike.

XS
SM
MD
LG