Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombeavêja Amerîkî B-1B li Esmanê Rojhilata Navîn


Yek ji Bombeavêjên Amerîkî B-1B Lancer
Yek ji Bombeavêjên Amerîkî B-1B Lancer

Bombeavêja girêdayî Hêzên Esmanî yên Amerîka ku çendîn firokên din yên welatên hevpeyaman di nav de yên Îsraîlê pê re digerin li hindavî derbendên avî yên serekî ne, li herêma rojhilata navîn, ku berî niha ciyê nakokiyên keştiyên deryayî yên Amerîka û Îranê bûn.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka (SENTCOM)ê ragihand ku bombeavêja wan B-1B Lancer bi "Nobedariyek esmanî" ya "Pirr alî" rabûye, û firînan 5 demjimêran bê rawestiyan dom dkirîye, û li ser kendava Eden, Bab Al-Mandeb, derya Sor, Kenalê Sowês, kendava Erebî, tengava Hormuz û kendava Oman firîye, ev weke daxuyaniyekê di twîtera xwe de weşand.

Li gorî daxuyaniyê armanc jê ewe ku "Nameke zelal ya dilrihetiyê " bigehîne.

Firokên cengê yên Îsraîl, Erebistana Saûdî, Bahrayn ku hemî jî welatên hevpeymanên Amerîkane û li dij siyaseta Îranê ne bi bombeavîja Amerîkî re bûn dema di bihavê esmanî yê herêmê û welatên beşdar re derbaz dibû. Herwiha firokên Misrê jî pê re bûn.

Li meha Kanûna Dûyê ya borî, dîsan bombeavêja Amerîka B-52 ku çekê atomî hilgirt bû di esmanê rojhilata navîn de firîn pêkanî bûn.

Daxuyaniya ku ji aliyê Serfermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkî SENTCOM ê ve Kenneth F. Mckenzie hatbş weşandin got "Amadekariyên leşkerî bo her rewşeke awarte yan armancekê-jibo bersivdana her krîzekê, yan manowirên hevbeş heta nobedariya esmanî jibo rojeke wekî vê-li ser pêbawrbûna aliyan radiweste."

Ji Şiwatê û vir ve, gelek gemî yên Îranê yan Îsraîlê, rastî têkdanê hatine li dewrûberên ava kendavê.

Ev nobedariya esmanî ya pêncane di îsal de li herêmê pêk tê, ligel ku danûstandinên derbarê bernama navokî ya Îranê rawestiyane.

Serokê Amerîka yê Berê Donald Trump sala 2018ê xwe ji peymana navokî ya bi Îranê re ya sala 2015ê li Viyena pêkhatbû vekişiya.

Piştî serokê Amerîka Joe Biden hat ser desthilatê wî got ew amadeye veger peymana navokî ya bi Îranê re, lê bi mercê Îran hemî pêgirî û mercên peymanê cîbicî bike.

XS
SM
MD
LG