Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tê Çaverê Kirin, Duşemê Diyaloga Bernama Navokî bi Îranê re Destpê Bike


Diyaloga Hêzên Navnetewî bi Îranê re li Vienna
Diyaloga Hêzên Navnetewî bi Îranê re li Vienna

Hêzên cîhanî û Îran roja Duşemê vedigerin Viyanayê bo hewildanek dawîn daku peymana navokî ya 2015an zîndî bikin, lê kêm kes çaverê dikin ku serkeftinek çêbibe ji ber ku çalakiyên atomî yên Tehranê di nav hewldanek eşkere da ye ku dijî rojavayê hêzekê bidestbixin.

Dîplomat dibêjin ku dem kêm dibe bo vejiyandina peymanê, ku Serokê Amerîka yê wê demê Donald Trumpî di sala 2018-an de dest jê berda bû, Îran tûre kiribû û hêzên din yên cîhanê yên têkildar - Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya, nîgeran kiribû.

Di navbera Nîsan û Hezîranê de şeş gerên danûstandinên nerasterast hatbûn kirin. Gera nû piştî navberekê ji ber hilbijartina serokomarê nû yê Îranê, Ebrahîm Raîsî, melayekî tundrew dest pê dike.

Tîma nû ya danûstandinan ya Tehranê daxwazên ku dîplomatên Amerîkî û Ewropî ne rasteqîn dihesibînin destnîşan kirin.

Îran israr dikin ku hemû ambargoyên Amerîka û Yekîtiya Ewropî yên ku ji sala 2017-an êreve hatine sepandin, di nav da yên ku bi bernameya wê ya navokî ve girêdayî nîn e jî bihên rakirin.

Di heman demê de, nakokiyên Tehranê digel çavdêriya atomî ya Neteweyên Yekgirtî , ku çavdêriya bernameya navokî dike, gurr bûne. Îran ber bi bernameya xwe ya zengînkirinê ve çûye û IAEA dibêje ku tûndî ji çavdêrên wan hatîye kirin û nehêlane ku jinûve kamerayên çavdêriyê saz bikin li cîhekê ku ew bo vejandina peymana digel hêzên cîhanî girîng dibîne.

Dîplomatekî Rojavayî ku di hevdîtinan de cih digre got: "Ew bi têra xwe teknîkî dikin da ku bikarin têkiliya xwe ya bingehîn digel Rojavayê biguherînin da ku di paşerojê de bişên diyalogek wekhevtir bikin."

Du dîplomatên Ewropî gotin ku wisa dîyar e ku Îran tenê bi demê re dilîze da ku bêtir materyal û zanînê berhev bike.

Dîplomatên rojavayî dibêjin ew dê biçin danûstandinên Duşemê li ser pêşnîyara ku ew li cihê ku di Hezîranê da terk kirîye jinûve destpê bikin. Wan hişyarî da ku heke Îran li ser helwêstên xwe yên maksîmalîstî bidome û nekare hevkariya xwe ya digel IAEA baş bike wê demê ew neçar in ku bilez bijardeyên xwe binirxînin.

Nûnerê payebilind yê Îranê û wezîrê derve yê Îranê her duyan roja Înê dubare kirin ku tiştê tenê li ser mêzeyê li Vîennayê rakirina hemû ambargoyan e.

Yek ji dîplomatên Ewropî jî got: "Heke ev helwesta Îranê roja Duşemê berdewam bike, wê demê ez çareseriyekê bi danûstandinan nabînim."

Di wê navberê da Reutersê dibêje Ajansa nûçeyan a nîvfermî ISNA roja Yekşemê ji Viyanayê ragihand ku Tîma danûstandinan ya Îranê bi serokatîya Elî Bagerî Xanî, hevdîtinên dualî û sêalî pêk înan.

Dîplomatê Îranî Mihemedreza Qaebî gote ISNAyê. “Tîma Îranê roja Şemiyê hate Viyanayê û dest pê hevdîtinan kirin ku roja Yekşemê di asta pisporan da berdewam kirin digel serokên tîmên danûstandinê yên Rûsî û Çînî û herwiha Koordînatorê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora,"

XS
SM
MD
LG