Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Amade ye ku bi Amerîka re Pêguherîna Girtîyan Bike


Berdevikê wezareta derve yê Îranê Nasir Kenanî
Berdevikê wezareta derve yê Îranê Nasir Kenanî

Berdevikê Wezareta Derve yê Îranê Nasir Kenanî îro Çarşemê ragihand ku Îran amade ye ku girtîyan bi Amerîka re biguherîne.

"Em amade ne ku girtîyan bi Washingtonê re biguherînin. Divê Amerîka welatiyên Îranê yên girtî bê şert û merc azad bike."

Ajansa nûçeyan ya nîvfermî Fars ev agahî zarê Kenanî ragihand ku Tehran azadkirina zêdetir ji 10 Îranîyên ku li Amerîka girtîne dixwaze.

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken do Sêşemê dîyar kirib[ ku Siyamak Namazî ev 2500 roj in li Îranê "bi xeletî girtî ye" û Washington bi biryar e ku azadîya hemû Amerîkîyên ku di destê Îranê ne, misoger bike.

Kenanî ev daxuyanî di vê demê de dide ku Tehran û Washington piştî danûstandinên dirêj hewl didin ku peymana navokî ya 2015’an bivejînin.

Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka do dîyaribû kir ku ew bersîva Îranê dinirxînin, belgeya ku YE bo vejandina peymana navokî ya 2015’an (JCPOA ) wek pêşnîyara xwe ya dawîn bi nav dike.

XS
SM
MD
LG