Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Ser Protestoyên Berdewam Careke Din Amerîka û Hevbendên Wê Tawanbar Dike


Wezareta Berevanî ya Îranê îdia kir ku di protestoyên li welêt de tilîya welatên Rojavayî heye.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî da zanîn ku li gor agahîyên wan yên berçav di protestoyan de Amerîka, welatên Rojava û hin hevbendên wan yên din kar kirine.

Protestoyên li Îranê di meha Îlonê de piştî Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî di derdestîyê de canê xwe ji dest dabû destpê kiribûn. Pisporên sîyasî ew protestoyên girseyî yek ji serhildanên mezin yên piştî Şoreşa Îslamê ya 1979an qebûl dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan, ku navenda wê li Norwecê ye, dide zanîn ku di protestoyan de heta niha 342 kes hatine kuştin ku ji wan 43 zarok in û 26 jî jin in.

Lê, heman rêxistinê di 22'yê Mijdarê de hejmara kuştîyan wek 416 da û dîyar kir ku 51 ji qurbanîyan zarok in.

Ji alîyê din ve, Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Kenanî dîyar kir ku ti peywendîya wan bi êrîşa li Kendava Umanê re tuneye.

Du hefteyên berê li Kendava Umanê êrîşeke dronî dijî gemîya bi ala Lîberya hatibû kirin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîka dabû zanîn ku ew dron berhema Îranê ye.

XS
SM
MD
LG