Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Firokeke Bêmirov ya Amerîkî Xist Xwarê


Îranê ragihand ku firokeke mirov ya Amerîkî xistiye xwarê.

Karbidesten leşkerî îdia dikin ku firok li esmanê Îranê hatiye xistin.

Jêderên Amerîkî ji Reutersê re dibêjin ku muşekeke Îranê, firoka bêmirov li esmanê navneteweyî xistiye.

Firoka ketiye xwarê ji cûreya MQ-4C ye û Triton e ku pirtirê 24 demjimêr dikare li esmên bimîne.

Tehran dîyar dike ew bûyer li Kuhmubarek ya li eyaleta Hurmuzganê pêk hatiye.

Di rojên dawî de girjîya di navbera Tehran û Washingtonê jinûvê gur bûye.

Herî dawî Amerîka, Îran jiber êrîşeke li Kendava Umanê tawanbar kir û piştî wê biryar da ku 1000 leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.

Îran îdiayên Amerîka red dike û dide zanîn ku Washington hewil dide ku peywendîyên Tehran û cîhanê qut bike.

XS
SM
MD
LG