Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê 14 Hemwelatîyên Bîyanî Jiber Beşdarbûna Xwepêşandanan Desteser Kirine


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê,Tehran, 8 Cotmeh, 2022.
Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê,Tehran, 8 Cotmeh, 2022.

Ajansa nûçeyan ya nîvfermî ya Fars ragihand ku hêzên ewlekarî yên Îranê, 14 hemwelatîyên bîyanî a jiber beşdarbûna xwepêşandanên dijî hikûmetê desteser kirine.

Ajansa Fars Ajansê, bêyî destnîşankirina çavkanîyekê got ku hemwelatîyên 14 welatên hatine desterser kirin; ku di naw wan kesan de welatîyên Afxanistanê herî zêde ne û herwiha yên Amerîka, Rûsya, Avusturya, Fransa û Brîtanya jî hene.

Lê, ajansê eşkere ne kirk u ew kesên bîyanî kengî û li kîjan heremên Îranê hatine girtin.

Karbidestên Îranê ser ragihandina Ajansa Fars heya niha ti daxuyanîyeke fermî nedane.

Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin.

Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve herî kêm 215 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Îran Amerîka û hin welatên Ewrupa bi rexistinkirina xwepêşandanan tawanbar dike û dibêje ku ew têkbirina aramîya Komara Îslamî dikin.

XS
SM
MD
LG