Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Xwepêşandanên Dijî Hikûmetê Berdewam Dikin


Xwepêşanda li Meşedê (Arşîv)
Xwepêşanda li Meşedê (Arşîv)

Îro li Kîrmanşah, Tehran û jimareke bajarên din xwepêşandanên dijî hikûmetê hatin kirin û polîsên Îranî êrîşî xwepêşanderan kirin.

Ajansa Fars ya nîvfermî ragihand ku nêzî 300 xwenîşander li Kîrmanşahê cîvîyan û bi zarê Farsê “dijî şoreşê xwepêşandan kirin” û dirûşmên wek “Azadî ji Girtîyên Sîyasî re”, “Yan Azadî yan Mirin” qerîyan û zîyan gîhandin mal û mulkê derdorê.

Ajansa Fars herwiha ragihand ku xwepêşandan giheştin Tehranê jî, piştî ku xwepêşandanên heman rengî roja Pêncşemê li bakurê rojhilata welêt destpê kiribûn.

Destpêbûna xwepêşandanên wiha wek nerazîbûna gel ya hember buhabûna jîyanê û dizî, bertîl û perexwarinê tê dîtin.

Dîsa, sîyaseta Îranê ya maytekirina rasterast ya li şerên Sûrîyê û Îraqê ku barekî giran li ser aborîya wî welatî kiriye, yek ji sedemên xwepêşandanan e.

Karbidestekî Îranî ragihand ku jimareke xwenîşander li Tehranê hatine desteser kirin.

Lê, vîdyoyên medya civakî nîşan didin ku li bajarên mezin yên Îranê jî xwepêşandan li dar dikevin û hejmareke mezin ya polîsan li kolanan tên dîtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî xwepêşandanên mezin yên sala 2009’an, cara yekî wiha xwenîşandanên girseyî yên dijî hikûmetê tên kirin.

XS
SM
MD
LG