Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îranê Hember Xwepêşandanan Hişyarîya Bersîvdanê Dide


Artêşa Îranê îro Înê ragihand ku wê bo avakirina ewlehîyê hemberî dijminan bisekinin û bersîva wan bidin.

Ev daxuyanîya artêşa Îranê ser xwepêşandanên li seranserê welêt didomin hişyarî ya herî tund e.

Ev bûyer hefteyek ku xwepêşandan li bajarên Îranê derdikevin piştî kuştina keça Kurd Jîna Amînî ser destê polîsê Îranê.

Artêşê got "ev kiryarên bêhêvî bo lawazkirina rejîma Îslamî beşek ji stratejîya şeytanî ya dijmin in."

Artêşa Îranê dîyar kir ku wê hemberî plan û komployên dijminan tevbigerin.

"Artêş wê hemberî komployên cihêreng yên dijminan tevbigerin da ku ewlekarî û aştiyê bo gelên ku bi neheqî êrîş li wan tê kirin ava bike."

Jîna (Mahsa) Amini
Jîna (Mahsa) Amini

Keça Kurd Jîna Amînî ya 22 salî, hefteya borî piştî ku li Tehranê jiber " lixwekirina cil û bergên neguncav" hatibû girtin, hate kuştin.

Piştre di serî li heremên Kurdan, li seranserê Îranê xwepêşandanên girseyî destpê kirin ku hîn jî didomin.

Karbidestên Îranê dîyar kiribûn ku wê di derbarê sedema mirina Amînî de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Li gor ragihandina medyaya Îranî wê îro piştî nimêja Înê xwepêşandanên alîgirê hikûmetê jî werin lidarxistin, wek "qêrîna xîreta gel ya dijî serhildêran."

Çavdêrên sîyasî dibêjin ku desthilatdarên olî yên Îranê ji vejandina xwepêşandanên 2019’an ditirsin, yên ku ser bilindbûna nirxê benzînê derketin û di dîroka Komara Îslamî de xwepêşandanên herî kujer in.

Li gor ragihandina ajansa Reutersê di xwepêşandanên 2019’an de herî kêm 1500 Îranî hatine kuştin.

Li gor rêxistinên mafên mirov, di xwepêşandanên ku tê payîn kirin ku îro Înê di roja heftan de berdewam bikin de 31 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rêxistina Hengaw ya mafên mirov dibêje ku li deverên Kurdan hejmara kuştîyan gihiştîye 15 kesan û ya birîndaran jî gihiştîye 733.

Medyaya Îranê îro Pêncşemê ragihand ku dora 280 xwepêşander hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG