Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Rewişa Awarte Dê Heta Serê 2021'an Bidome


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku rewişa awarte ya jiber vîrusa korona hatiye ragihandin dibe ku heta serê sala 2021’an bidome.

Ruhanî ji malpera xwe ya fermî da zanîn ku tedbîrên dijî vîrusa korona dê bi derbekê re bi dawî nebin.

‘’Rewişa awarte şeş meh in didome, divê em hesab bikin ku ku ew rewiş dê şeş mehên din jî bidome’’ Ruhanî got.

Wî dîyar kir ku divê ew berê li gor tedbîran tevbigerin û dûre hêdî hêdî derbazî qonaxa normal bibin.

Pisporên saxlemî yên Îranê dibêjin ku bi sistbûna tedbîran re gel guh nade mesafeya civakî û paqîjîyê û pêketinên nû yên vîrusa korona dîsa bilind dibin.

Wezareta Saxlemî ya Îranê dide zanîn ku heta niha bi qasî 320,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 18,000 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG