Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Muşekeke Balîstîk Ceriband


Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku Îranê di nav sînorên xwe de muşekeke balîstîk ceribandiye.

Yek ji berdevikên Qesira Sipî dîyar kir kur Îranê dijî toleyên giran yên Amerîkî gaveke wisa avêtiye.

‘’Hûn dibînin ku ew demek e aborîya wan nêzî hilweşînê ye. Gava dikevin tengasîyê, gavên wisa diavêjin’’ Hogan Gidley got.

Gidley bi berdewamî jî da zanîn ku Serok Donald Trump dixwaze bi Îranê re dîyalogê çêke.

Trump, Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû û hin toleyên dijî wî welatî jinûve destpê kiribûn.

Tehranê piştî toleyan biryar dabû ku li gor peymanê tevnegere û uranyuma xwe ji berê zêdetir bike.

XS
SM
MD
LG