Medyaya dewleta Îranê ragihand ku dadwerîya Îranê roja Sêşemê gotiye ku Balyozê Brîtanya li Tehranê, Rob Macaire "kesê nexwestî ye" piştî ku karbidestên Îranî ew bi beşdarbûna protestoyake neyasayî tawanbar kiribû.
Wezareta Derve ya Îranê, ku Macaire gazî kiribû, dê bibe berpirsê her bizavekê jibo derxistina wî ku ji sala 2018’an ve ye her wekî balyoz dixebite.
Dema ku li ser dîplomatê Brîtanî Macaire pirs hatin kirin, peyîvdarê dadwerîyê Xulamhuseyîn Esmaîlî ji rojnamevanan re peyîvî.
"Li gor rêznameyên navdewletî, balyozê Brîtanya li Îranê ne mirovekî xêrê ye," Esmaîlî got.
Yek ji melayên tundrê yê Îranî, Ayetullah Ahmed Almulxuda, ku li bajarê pîroz yê Şîayan li Meşhedê, melatîya xutbeyên Înê ye, jî got ku derxistina balyoz dê bibe "baştirîn tiştê ku li wî biqewime.
“Jiber ku alîgirên dilsoz yên general Qasim Silêmanî, ku di êrîşeke Amerîkî da hatibû kuştin, dê wî parçe parçe bikin", Almulxuda got.
Macaire roja Sêşemê, jiber beşdarbûna xwepêşandaneke neqanûnî, bo demek kurt hatibû desteser kirin ku di nav hêrsa gelemperî de li ser dereng qebûlkirina xistina firoka Ukraynî dihatin darxistin.
Balyoz Macaire gotibû ku ew beşdarî şînîya qurbanîyên qezayê bibû. Londonê gotibû ku binçavkirina wî binpêkirina peymanên dîplomasî ye.