Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dîplomasîya YE bo Vejandina Peymana Navokî Erênî Dibîne


Abdullahîyan û Borell (Arşîv)
Abdullahîyan û Borell (Arşîv)

Îran bi erênî pêşwazîya hewildanên dîplomatîk yên Yekîtîya Ewrupa (YE) dike ku dixwaze peymana navokî ya sala 2015’an bivejîne.

Medya fermî ya Îranê ragihand ku wezîrê derve yê welêt Husêyîn Emîr Abdullahîyan do Çarşemê ji telefonê ji berpirsê sîyaseta derve yê YE Josep Borrell re kêfxweşîya xwe gîhandiye.

"Îran pêşwazîya berdewamîya dîplomasî û danûstandinan dike. Amerîka tim dibêje ku ew lihevkirinê dixwaze, lewma divê ev helwest di peymanê de û di pratîkê de xwane be," Abdullahîyan gotiye, lê zelal nebû ku mebesta wî çi bûye.

Borrell Duşemê gotibû ku wî bo vejandina peymana navokî belgeyeke nû pêşnîyar kiriye ku li gor wê Îran bernameya xwe ya navokî di berdêla rakirina toleyên aborî de sînordar bike.

Wezareta Derve ya Amerîka jî roja Sêşemê ragihand ku ew pêşnîyara Borrell dinirxîne û wê bersîvê bide YE.

XS
SM
MD
LG