Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Balyozên Brîtanya û Norwêcê Jiber Piştgirîya Xwepêşandanan bi Fermî Şermezar Dike


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê; Tehran, 21 Îlon,2022.
Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê; Tehran, 21 Îlon,2022.

Wezareta Derve ya Îranê îro Yekşemê dîyar kir ku wê do gazî balyozê Brîtanya yê li Tehranê Simon Shercliff kiriye û şermezerkirina Tehranê ya fermi hatiye ragihandin.

Wezareta Îranê ragihand ku balyozê Brîtanî Shercliff jiber mazûvanîya Londonê ya medya rexnegir yên bi zimanê Farisî, hatiye rexne û şermezar kirin.

Wezaretê îdia kir ku sazîyên medya yên li Brîtanya bi nûçe û bernameyên xwe, belavbûna xwepêşandanên li Îranê gûr dikin û herwiha hawirdoreke dijminane ava dikin.
,
Tehran dibêje ku ew ragihandinên ji hêla ajansên wan nûçeyan wek destwerdana karên navxweyî yên Îranê dibînin û ew sazîyên medya, dijî serwerîya Îranê tevdigerin.

Wezareta Derve ya Îranê herwiha da zanîn ku balyozê Norwêcê do hatiye vexwendin da ku helwesta destwerdanê "ya serokê parlamentoya wî welatî dîyar bike.

Serokê parlamentoya Norwêcê Mesûd Xerahxanî li ser Twitterê piştgiriya xwe bo xwepêşanderan li Îranê anîbû ziman.

Xwepêşandanên Îranê zêdetirî hefteyekê berê, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî di destê polîsan de, destpê kirin, li seranserê welat belav bûn û veguherî pêla herî mezin ya protestoyên salên dawî ku hê jî didomin. .

XS
SM
MD
LG