Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îran dê di 29’ê Mijdarê de vegere ser danûstandinên bo peymana navokî ya sala 2015’an.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Bageri Kani, ku bo danûstandinan karbidestekî payabilind e, vegera ser danûstandinan ji Twitterê ragihand.
Ali Bageri Kani dîyar kir ku wan pejirandiye ku ew di 29’ê Mijdarê de li Vîyana dest bi danûstandinan bikin.
Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) jî twîta ser vegera bo danûstandinan piştrast kirin.
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, Washington di sala 2018’an de ji peymanê vekişandibû û şeş hêzên cîhanê û Tehranê di meha Nîsanê de dest bi danûstandinên ser jinûve aktîfkirina peymanê kiribûn.
Lê ew danûstandinên li Vîyana destpê kiribûn, piştî Îbrahîm Reîsî yê li ser vê mijarê tundrê, di Hezîranê de di hilbijartinên serokomarîyê de bi ser ketibû rawestîyabûn.
Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku Washington hêvî dike ku Îran bi awayekî hazir û nîyetrind li danûstandinan vegere.
Price da zanîn ku ew bawer dikin ku bi Îranê re li ser vegera li peymana navokî li hev bikin.