Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Hemwelatîyekî Dewleteke Ewrupa Desteser Kir


Alîgirên rejîma Îranê
Alîgirên rejîma Îranê

Tasnim, ajansa nîvfermî ya Îranê ragihand ku di xwepêşandanan de hemwelatîyekî dewleteke Ewrupa hatiye desteser kirin.

Karbidestê Wezareta Dadê ya Burucerdê Hamîd Reza Abdulhasanî da zanîn ku Ewrupîyê hatiye girtin bi sîxurîyê tê tawanbar kirin û ew li navendên îstixbaratê yên bîyan perwerde bûye.

Ew hefteyek e li hin bajarên Îranê protesto li dar dikevin, lê Burucerdê ti xwepêşandan li dar neketibû.

Hêjayî bîrxistinê ye karbidestekî Îranê ragihandibû ku yek ji berpirsên protestoyan Brîtanya ye.

XS
SM
MD
LG