Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran jiber Zêdebûna Mirinên ji Korona Ketiye Fikara Pêla Duyê


Wezareta Saxlemî ya Îranê dîyar kir ku di 24 saetên dawî de 162 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Ew hejmar ji destpêka şewba korona ve, ku li Îranê di meha Sibatê de destpê kiribû, hejmara herî bilind e.

Hikûmeta Îranê ji meha Nîsanê vir ve tedbîrên dijî vîrusa korona sist dike, lê hejmara pêketî û mirîyên vîrusa korona yên rojên dawî fikarên ser pêla duyê zêdetir kirin.

Bi sistbûna tedbîran, danûstandinên civakî zêdebûn, lê hin berpirs dibêjin ku dibe ku jiber zêdebûna testan hejmara pêketîyên vîrusa korona zêde bûye.

Li Îranê heta niha 225,000 kes bi vîrusa korona ketine û 10,670 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG