Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îranê Nav Du Salên Borî 30 Hemwelatîyên Bîyanî Girtine


Ajansa Reuters radigihîne ku Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di nav du salên dawî de, herî kêm 30 kesên ku hemwelatîyên du dewletan in, bi hiceta sixurî girtine.

Ajans bal dikşîne ku li gor parêzêr û merivên kesên girtî, hejmara wan du qat ji hejmara ku berê hate ragihandin pirtir e.

Piştî îmzakirina rêkeftina navokî, hêvî bilind bûbûn ku peywendîyên Îranê bi cîhana rojava re baştir be, lê hejmara bilind ya kesên girtî, wêneyeke reşbîn tine pêş.

Reuters bal dikşîne ku ji nav 30 kesên aniha li Îranê girtî, 19 hemwelatîyên Ewrupa ne û di salên pêşîn de tevahîya wan Amerîkîyên bi eslê xwe Îranî bûn.

Parêzer û xizmên kesên girtî dibêjin ku Pasdaran wan di têkîlîyên navnetewî de wek çek bi kar tîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, ne tenê hêzeke xurt ya ewlekarî ye, herwiha karsazeke mezin e jî.

Pasdaran pir caran hikûmeta Îranê rexne dike ku çima kontratên dewletê dide kompanîyên bîyanî

XS
SM
MD
LG