Medya dewletê îro Înê ragihand ku serokê berê yê parlemena Îranê Elî Laricanî, konservatîfekî navdar jî serlêdan kiriye, ku di hilbijartinên 28’ê Hezîranê bibe berbijarê serokomarîya welat.
Li Îranê wê di 28’ê Hezîranê hilbijartinên pêşwext yên serokomarîyê werin darxistin, piştî mirina Serokomar Îbrahîm Reîsî di ketina helîkopterê de.
Elî Laricanî yê 66 salî, şêwirmend û hevbendê rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî ye.
Wî di Heza Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ya Îranê de kar kiriye û di heyama sî salan de çendîn postên serekî revebirîye.
Laricanî di destpêka salên 2000’an de berpirsîyarîya danûstandinên navokî yêndi navbera Îranê û Rojava de kir, lê piştî du salan ji kar vekişîya, jiber "hevbîrnebûnên cidî" bi serokê wê demê Mehmûd Ehmedînejad re.
Laricanî jibo sê serdama seroktîya parlemanê kir, ku doktoraya wî ya felsefeyê heye û ji malbatek bi bandor e.
Wî îro daxuyanî da rojnamevanan, piştî ku li wezareta navxweyî, jibo berbijarîyê serlêdana xwe pêşkeşî Civata Parêzvanan kir,
Laricanî got ku ger wek serokkomarê Îranê were bijartin, wê çareserkirina kêşeya toleyên Amerîka û başkirina aborîya welat di nav pêşîtîyên wî de bin, dema ku wê siyaseta berevanîyek xurt jî bidomîne.
Laricanî berbijarê payebilind yê yekê ku jibo pêşbirka serokomarîyê serlêdan kirîye.
Wî di hilbijartinên 2021’an de jî xwestibû ku bibe berbijar, lê hatibû qedexe kirin,bi biryara ji Civata Parêzvanan ya bi pêşengiya melayan ve ku berbeijarn dinirxînin û dîyar dikin.
Di hilbijartinên 2021’an de Reîsî wek serokomarê Îranê hatibû bijartin.
Lê jêderekî ji Reutersê re got Laricanî biryar da ku bibe berbijar, piştî ku hatiye qanekirin ku wê ji alîyê civata tundrê ya parêzvanan ve neyê qedexe kirin.
Heman jêderî ser guherîna helwesta civatê ti sedem rave nekir.
Herwiha îro Ebdulnasir Hemmatî, serokê berê yê banka navendî ye û berbijarê serokomarîyê di 2021’an de bû, ragihand ku ew jî berbijar e.
Hemmatî, ku wek reformist tê nas kirin, tenê ji sedî 8.4 deng wergirtibû.
Seîd Celîlî, serokê berê yê danûstandinên navokî, ku bîst sal berê ofîsa Xamineyî bo çar salan rêve biribû, do Pêncşemê serladana xwe kir, ku ew jî wek konservatîfek tundrê tê zanîn.
Celîlî beşdarî hilbijartinên 2013’an jî bûbû lê bi ser neket û jibo piştgiriya Reîsî ji pêşbirka 2021’an vekişîyabû.
Serlêdanên jibo berbijarîya serokomarîya Îranê do Pêncşemê destpêkirin ku wê bo 5 rojan, heya 3’ê Hezîranê bidomin.
Divê hemû berbijar ji alîyê Civata Parêzvanan ya bi 12 endamî ya Îranê ve werin pejirandin, lîjneyek ku ji mela û hiqûqzanan pêk tê û di bin kontrola Xamineyî de ye.
Loma, Civat wê piştî 3’ê Hezîranê berbijarên serokomarîyê yek bi yek binirxîne û di nav 10 rojan de lîsteya xwe ya dawî ya berbijaran eşkere bike.
Ewê rê bide ku berbijar berîya hilbijartian di 28’ê Hezîranê bi kempanyeke du hefteyan ya kurt derkevin pêş raya giştî.
Piştre, Civata Parêzvanan ya bi 12 endaman wê berbijarên serokomarrîyê yek bi yek binirxînin.
Hejayê gotinê ye ku Civata Parêzvanan ti carî berbijarîya jineke yan kesekî ku banga guhertîna radîkal dikin, nepejirandîye.
Siyasetvanên alîgirê sîyaseta nermdar Civatê tawanbar dikin ku wê hevrikên berbijarên tundrê yên konservatêf ji beşdarîya hilbijartînan qedexe bikin.
Jêder: Reuters