Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku pewyendîyên Îran û Erebistana Saudî pêşve diçin.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amîr-Abdulahîyan ragihand.
Abdullahîyan dîyar kir ku peywendîyên bi Erebistana Saudî re hindik be jî pêşve çûne. Wî da zanîn ku ew di demeke nêz de dikare li welatekî sêyê bi hevtayê xwe yê Saudî re bicive.
Wî li Foruma Aborî ya Cîhanê got ku toleyên welatên Rojava yên dijî Îranê li ber pêşveçûna danûstandinên bo peymana navokî asteng in.
Wezîrê Îranê dîyar kir ku jibo danûstandinên ser peymana navokî pêşve herin divê welatên rojava toleyên dijî Tehranê rakin.
Îran Dibêje Peywendîyên bi Erebistana Saudî re Pêşve Diçin
