Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lehîyên Malwêran li Îranê Dibin Sedema Kuştin û Hilweşîna Xanîyan


Rêvebirê Weqfa Xanîkarî ya Îranê Hadi Derafşî îro ji nûçegîhanan re got ku di lehîyên dawî yên nav du hefteyên borî de, 25,000 xanî li seranser Îranê wêran bûn.

Ajansa IRNA ya fermî ji zarê Derafşî ragihand ku pirtir ji 60,000 xanîyên din jî di lehîyan de zarar dîtin û li benda çêkirinê ne.

Walîyê Loristanê jî ragihand ku avên lehîyê ketin nav mal û avahîyên li bajarê Xoramabad û di encamê de pirtir ji 150,000 rûniştvanên bajêr neçar man ku cîhûwarên xwe bihêlin û birevin dervayê bajêr.

Firîngeha Xoramabad jî di din avên lehîyê de ma û hemî firînên ji wî bajarî hatin betal kirin.

Hevdem, karbidestên Îranî hişyarî dan hemwelatîyan ku neçin rojava û başûrê rojavayê welêt jiber ku îhtîmal heye ku neh istan di bin lehîyê de bimînin.

XS
SM
MD
LG